ta be key nûstin be ẍefłet bergî bêbakî leber

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  694 Dîtin
ta be key nûstin be ẍefłet bergî bêbakî leber
řûḧ xerîkî elwîda’e ey beden xakit beser
def’eyêk fîkirit nekird wu ’îbretêkit wernegirt
her beřêgay bê şi’ûrî ’umrî xot wa birdeser
ḧezretî qabîz le dwate dêt û dequlbabe ka
hestekanî jyan tewaw bû řûḧî şîrîn dêteder
nûke nûk û pirte pirtî ’a’île û mał û minał
kelkî to nagirin bizane çî dekey eynelmefeř
piştîwanî to ’emelte ger eto çaket hebê
wer be bedkarî jyabî way le meydanî xeter
xak û xołe jêrî laşet ferşî qe’rî qebreket
çend gezêke to lîbast mel mel û baqî heder
paşî çend řojî debînî debîye qawełtî kirim
řeng û řuxsarit debînî daxo çî hatuwe beser
ew ziban û çawe cwanet seyrî kirmî lê eda
mûxî êsqanit dexon û namînê qet hîç eser
ew xudayey toy dirust kird zîkir û fîkirî ew bikey
toş diłit berdaye dunya lem hewałe bêxeber
ḧałî dunya herwehaye bê wefaye têbge
řû le xwa ke quř bipêwe bê demaẍî heş beser
taze dunya bote gułşen toş diłit her bulbule
zor le xot wiryabe ’asîNasnava edebî sexte řêgat bo sefer