guł necatî bû le zistan bergî taze kirde ber

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  700 Dîtin
guł necatî bû le zistan bergî taze kirde ber
leşkirî ẍunçe û řeyaḧîn bulbulîş hate xeber
murẍî xoşxiwanî tebî’et hate neẍme û çehçehe
wa lenaw gułzarî sulḧa tacî ’îşqî naye ser
îttîḧadyan kird be carê leşkirî řêkî û behar
tîpî fîtne û feslî zistan derbederbûn bê eser
řojî yazdey mangî azar kurd çe azarî nema
bû be yek řeng herçî kurde wek piłing û şêrî neř
em sikender şêwe ya xwa her bijî bo kurdekan
keřiř û feřyan her zyad bê ḧîşmet û ałatî şeř
asman girya lenakaw seylî firmêskî řijand
erzî tînû û řołekanî kewtine xende deşt û der
řû le mîḧrabî teşekkur wa melek secdey deben
kurd lenaw gêjawî nekbet wa serî hênaye der
řûḧî diłnermî le layen îş bedestan hate dî
mîḧwerî buẍiz û ’edawet wa binaẍey hate der
wek le serçawey le tafet awî ’efwî hełquła
bû be yek tîp qewmî kurdî xawenî feził û huner
ḧemdulîlla xwastî ’asîNasnava edebî zor be çakî hatedî
nosed û ḧeftawyek bû hem hezarî bête ser