ta key le xewî ẍefłetî ey kurdî syeh çar
Li pirtûka:
            Dîwanî ’Asî
        Berhema:
                Mela Mistefay Asî (1885-1975)
        
             1 Xulek
             1242 Dîtin
        
        
    ta key le xewî ẍefłetî ey kurdî syeh çar
bê îş û peragende û meḧzûn û xefetbar
bêgane le her lawe ke aławe le laqit
fewtawî be mewdayî řim û xencerî eẍyar
tê bifkire çun zehrî nîfaq cergî řizandî
kirdote şeř û fîtne be destûr û be řeftar
em mîllete bêçare be cêmawe le ’îrfan
bê sen’et û bê ḧurmet û bê ’îzzet û ẍembar
kewtûyete jêr beḧrî ẍem û mewcî nedamet
bê fîkir û peragende le seḧra û le eqtar
daxwazî biken lawî weten bikirê sîna’et
ewladî zefer bête weten ’arfî huşyar
çarey nîye ’asîNasnava edebî ke le taw êwe degrya
bê hoş û serefgende û bednaw û giriftar