be nûkî xame neqişt kird kenarî kaẍezî zeřtar
Li pirtûka:
            Dîwanî ’Asî
        Berhema:
                Mela Mistefay Asî (1885-1975)
        
             1 Xulek
             1434 Dîtin
        
        
    be nûkî xame neqişt kird kenarî kaẍezî zeřtar
be cedwel sûretit kêşa selaḧî min be çend peřgar
le naw sê penceyî zîwit qełem řeşmarbû zehrî řişt
netîcey zehrî şekker bû mefadî ḧerfî cewherdar
sedef ḧerfî mucewher bû be me’na duřiř û gewher bû
le te’ma şehd û şekker bû le e’sîr şîrî cewherdar
ke ẍunçey lêwî to pişkût le gułzarî necabet ta
diłî bulbul xiroşî kird ke gencî lutfî bû aşkar
be qed dû qatî pîtî ew heme min ’erzî îxlasî
du’agoyî û selam nardin ewa derçû le çend mîlyar
zexîrey bextî ’asîNasnava edebî bû selam û lutfeket cana
le ewcî asman dexşê kiławî fexrî min sedbar