qewm û mîllet tê bifkirin nîştiman çî hat beser

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  705 Dîtin
qewm û mîllet tê bifkirin nîştiman çî hat beser
berdî binçîney wicûdim wa xefet hênaye der
xak û berd û dar û awî ewrupay û encenbî
çend hezar new’e me’adîn wa lewan hênaye der
lem hemû afatî dunya çunke kurd êkî negirt
seyrî ken madûnî xoyan derdî çon hênaye ser
ta bekey řazîn be zîllet lem meqame kakî kurd
çaw le destî ecnebî bin bê mirad û quř beser
şuhretî wabû le dunya ewrupa beḧsyan dekird
fîlḧeqîqet bo şuca’et qewmî kurde şêrî neř
wa bizin mişk û pişîle û pîstî marî êmeye
ew be quwey ’îlmî sen’et deykene alatî şeř
kilkî řêwîye çurçî ême kewłî fexre bo ewan
pêstî seg kewłî dełekman zînetî ehlî kifir
em hemû dermane wadê gyay wiłatî êmeye
deykiřîn lew dujminane wa be zêřî serbeser
boçî ẍem naxwa le êwe ’asîNasnava edebî wek seyrî deka
otomobîlî ke hêna ew lebatî nêreker