şehenşa bûm le wextêka ewêstakeş gedam yareb

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  787 Dîtin
şehenşa bûm le wextêka ewêstakeş gedam yareb
legeł ew ḧałeşa seyrî esîrî dest hewam yareb
ḧeta pencawwisêy hîcrî emin çend ḧuřiř û serbest bûm
keçî wabûme ’ebdêk û besî dirhem kiřam yareb
çiray şewqim le beynê ka be quwey karebay fîkirim
de’êsta û emêstakeş ’ewamêkim nefam yareb
dezanî çon le dewrêka ke saḧîb emir û nehîy bûm
be pencey emrune hîy ẍeyr be da’îm wek kelam yareb
be gencî ’îzzetêkim bû esef lem ’umrî axîrma
muqedder sewqî wa kirdim emin bûme ẍulam yareb
hemîşe mat û gerden keç kemer bestem le bo xizmet
be hey’et gerçî însanim muqebbay bêbeham yareb
le cinsî da’îrey însan nîye diłdar û yarêkim
le dost û xizim û bêgane emin her bêwefam yareb
demaẍim xałîye da’îm le hoş û ’eqił û îdraka
wekû pûşî cebel da’îm çe bêqedir û beham yareb
le gêjî zîlleta ẍerqim şikawe lengerî hoşim
le xakî ḧesreta îmřo ewa bûme nemam yareb
be derdêkî giriftarim sewabîşim xetaye min
egerçî bêwefaş nîme welê her bêwefam yareb
lejêr xeymey nedametda le naw cêy mîḧneta kewtûm
le eczaxaneyî řeḧmet be umêdî dewam yareb
eto ’îlimit heye ger min tekebbur perwerîm nebuwe
heta êsta biłêm boye be zîllet mubtelam yareb
nemawin dak û babî xom heta diłyan bisûtê bom
çe kes řeḧmê be min naka etoy pişt û penam yareb
le mayey dîn û îmana zererdarim nekey besme
ḧeyatim nawê ger bijyem be qûtêkî ḧeram yareb
diłim wek şûşe piřjawe be berdî mîḧnetî te’ne
zeley zîllet şi’ûrî bird lejêr barî xetam yareb
be ḧiqqî xwayetî xot û be řewzey mistefay muxtar
necatim dey le em ḧałe neçî maddey ḧeyam yareb
be firmêsk û diłopey çawî şewxîzanî wa muxlîs
bikey dermanî derdî dił ke çunke bênewam yareb
le te’ney yar û eẍyare emanem wa be diłda hat
hezar def’e xuda tewbe be her ḧałê řezam yareb
ke çunke bûme hawnawî řesûlî ewwel û axîr
bisênî întîqamî dił ke ’asîNasnava edebîm mustefam yareb