kes wekû to ya îlahî bêkes û hemta nîye

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  858 Dîtin
kes wekû to ya îlahî bêkes û hemta nîye
kes wekû min piř xeta û xam û bêteqwa nîye
muflîs û meḧzun û bêkes řû le qapî kê bikem
xo le qapî to zyatir hîçî tir me’wa nîye
takû demirim ger fîrar kem min be teyyarey hewa
nageme cêge û penayê ẍeyrî to me’wa nîye
řoj û şew serfî xeyałim min le fî’lî xome kem
hîç kesê wek to xudaya řeḧmetî bê pa nîye
xot îlahî pêt nîşan dam nawî řeḧman û řeḧîm
yareḧîm îrḧem bîḧalî dyare çîtir xwa nîye
herçî nûsîme le defter wesfî ḧałî xome min
meqsedim îzharî ḧîlim û şuhretî bêcanîye
nîme karê muqteza bê bo řeza û řeḧmetit
mîslî min lem ’esre yareb řûsya û řiswa nîye
’asîNasnava edebî herçende le fîsqa ẍerqe, îmanî heye
ẍeyrî to bo kes xuday mumkîn û biřwa nîye