mersîyey mela beha’eddînî birazam
le (15)y řibî’ul’ewwelî seney 1374, řêkewtî 11/12/1954 wefatî kird le dêy (karêze)y nawşiwan wa le xałxałan naştirawe. xudaye ’efûy bikey
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
1 Xulek
1117 Dîtin
quweyî nuqim nemawe fîkir û hoşim kem buwe
agirî mergî ’ezîze wa le cergim berbuwe
ger depirsin boçî êsta sînekem wêraneye
qunbuley firmêskî çawim bordumanî kirduwe
nûrî çawim qûtî řûḧim hêzî endam û diłim
newcewanî cwane mergim koçî dwayî kirduwe
axe’axî wextî nez’î ḧesreta mam nehat
bote xore wa le cergim zor be nasor kewtuwe
yadî dernaçê le qelbim menzerey řuxsarekey
dił wekû awêne ’eksî qed û bałay girtuwe
bay ecel hat û lenakaw medresey pêçayewe
ḧucrekey tedrîsî êsta tozî ẍem lêy nîştuwe
yek hezar û sê sed û ḧefta û çwar bû koçî kird
çote xałxałanî pîroz ta qyamet xewtuwe