gułşenî xetmî nubuwet her gulêkî girtuwe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 3 Xulek  1155 Dîtin
be munasebetî mewlûd ke le mizgewtî gewrey koye be serperiştî melayekan kira, minîş ewem nûsî û xwêndimewe muqabîl be xetmî pêẍember. eger ew ẍezele kem bû emma gelêkim zyad kird, be munasebetî mewlûd
gułşenî xetmî nubuwet her gulêkî girtuwe
seyrî bon û cewherî ken ka’înatî girtuwe
gewherêkî şew çiraẍe ewwel û sanî nîye
şewqî dînî şerq û ẍerb wi’asmanî girtuwe
dane dûřřêke be şikłî ademî hate wicûd
nûrî tewḧîde le cîlwey me’rîfet peyda buwe
çûnî ser ewcî nubuwet bo meqamî xatemî
întîxabî lutfî ḧeqqe îxtyarî kirduwe
seyrî ken peřgarî qudret ḧukmî neqqaşî ezel
sûretêkî çonî kêşawe sewqî kwêşî kirduwe
kirdîye xeyruxelayq birdîye ’erşî ’ezîm
cibre’îlî kirde dixtor şerḧî sîney kirduwe
çend le pêş xelq û wicudî ademî babî beşer
bo necat kirdîye şefî’ û ta le nekbet derçuwe
wa mezanin şewqî řoje cilwe bexşe bo zemîn
zeřře nûrêke le řûy ew îqtîbasî kirduwe
hem mezanin koçî dwayî ew le dinya mirdine
wa le sayey ’erşî e’la ta qyamet nûstuwe
ya řesulella temaşa ummetit mîwanî ton
cêjnî mîladî etoye gwêzebaney kirduwe
komełî îslame hatûn pêkewe kurd û ’ereb
quwetî dînî etoye piştî yekyan girtuwe
ta le de’way xatemîda têbgen ba xas û ’am
xwa le qur’anda be xatem şuhretî derxistuwe
cêjnetan pîroz hemûtan ummetî xeyrul’enam
xwa qebûłî ka be řeḧmet řêy sewabtan girtuwe
sed dexîl ey şahî lewlak toş bifermû merḧeba
çunke řêzgirtin le mîwan xot pesnidit fermuwe
çon řewaye min le qapît derkirêm bêbehre bim
çunke ’umirim min le heşta zyatrîş têpeř buwe
bew şeqamî dînî toda takû êsta hatmerê
xwa dezanê lam nedawe bełkû qapîm teř buwe
ew kesey mediḧit ke kirduwe ew şefî’e mistefa
mistefay muxtar le derget mistefayek kewtuwe
piř ginah û řûřeşêke řûy nîye bête ḧizûr
qed xemîde û ten zebûne pîr û bêtaqet buwe
destî min damênî ’efut çawenořî merḧebam
nek biłên bêbeş le lutifit derkira û xwêřî buwe
çepłe lêden ey musłiman řojî řêjney řeḧmete
nûrî fexrul’alemîne tel’etî wa kirduwe
barî şanî zor girane çunke nawî ’asîNasnava edebîye
wa le qapît řûm le řîzey xwanî lutifit kirdû