ya řesûlella le diłma îştyaq peyda buwe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  1252 Dîtin
ya řesûlella le diłma îştyaq peyda buwe
mezre’ey sebirim be carê agirî tê berbuwe
wa meḧebbet îstîlay kird pêm tesella nadrê
baẍî umêdî wîsałim taze ẍunçey girtuwe
sed esef wa ḧesreta řewzey medînem her nedî
çar û bêçar her denałim dił le destim derçuwe
sîne ger bêt û bisûtê qet ’ecayb tê megen
wa çiraẍî îştyaqim bo wîsałit pê buwe
key debêtin biçme řewze ta biłêm oxey ewa
mistefay ’asîNasnava edebî le qapî mistefada kewtuwe