çaweřêy řêgay tebîbim bełkû îmřo bêtewe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  846 Dîtin
le byarey bûm, şêx çuwe eḧmed’awa begzadeyekî hewramî daway beşî dekird le eḧmed’awa şêx zor mayewe minîş zor arezûy şêxim hebû. ewem nûsî:
çaweřêy řêgay tebîbim bełkû îmřo bêtewe
ta birînî derdî hîcrî zû be zû ça bêtewe
coşşêkî xiste naw dił agirî hîcranî yar
xo be awî zełim û sîrwan zeḧmete bikujêtewe
’erz û ḧałêk ba binûsîn bo zya’eddîn ’umer
bełkû firmêskî le çawî ẍîretî berbêtewe
ew kesaney bûne ba’îs em fîraq û zarîye
ba çiray ’umrî ’ezîzî ta ebed bikujêtewe
beşqî mûyî řûy zatî fexrî ’alem ey xuda
çawî kwêr bê deste ejno nutfeşî bibřêtewe
her kesê lem xanedane fîkirî zułmî ger bibê
ẍerqî tofanî ẍezeb bê ta ebed bixulêtewe
ger çe min ’asîNasnava edebî m û emma xakî payî diłberim
daẍî em derde le diłda zeḧmete řeş bêtewe