çend zemane min nexoşim wa be daxî kurdewe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  842 Dîtin
çend zemane min nexoşim wa be daxî kurdewe
bextî sûta bû le şetrenc yek keřet neybirdewe
jûrî ẍimxaney umêdim em hîwayey qet nebû
ta çiray subḧî se’adet hat û řûnî kirdewe
ḧeyderî keřřařî kurdan hate coşiş ẍîretî
’ezmî pakî hate naw dił derkî de’way kirdewe
top û debbabe û teyare kewtine germe û nałe nał
ew piłingî çing be xwên bû hat û destî kirdewe
wek ’esay mûsabû biřne û saḧîrî kirdine esîr
boye fîr’ewnî zemane kewte beḧrî zerdewe
topî fitbol hate meydan tîpî meẍrûr têşka
şukirulîlla mame pîre şeş be hîç lêy birdewe
ew hemû kurde hejarey takû êsta mirdibû
herwekû ’îsayî miryem giştî zîndû kirdewe
hîmmetî berzî serok û kuştinî pêşmergekan
gerdinyan keç kird be be’sî bew diłey wek berdewe
ger meraqte kakî gwêgir fîkirê lem řemzî bike
têdegey em nawe berze kê bû peyday kirdewe
zû biço bin kêwî ẍîret seyrî berzayî bike
nuxteyêke bo îşaret kê bû nerdî birdewe
bibne yek parçe dexîle řû le xwa ken zû be dił
kanî zêř û çend me’adîn wa be destî kurdewe
xizmetî dîn û weten ken ta le destitan derneçûn
piştîwantanin ger xuda bê çît be kêw û herdewe
’asîNasnava edebî hêşta her nexoşe çunke kurd dû parçeye
tirsî têk çûne degrya wa be dengî zerdewe