weren seyrî perîzade çilon ew ’îşwe dewênê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  709 Dîtin
weren seyrî perîzade çilon ew ’îşwe dewênê
be goşey çaw temaşa ka ḧeyatî ême destênê
ke elfî qametî serwî le lewḧî dił muneqeş bû
ḧîcabî zułmetî kifirim be şu’ley ḧusnî dedênê
diłim teyrêkî ’aşiq bû le dewrî gułşenî řûya
be da’îm her wekû bulbul be zar û nałe dexwênê
le secdey taqî dû ebroy çelîpayî serî zułfî
senem nasanî gumřahî lenaw bitxane deřfênê
meken înkarî em fenne werin ey miftî û qazî
şehîde ’aşiqî bêdił ke diłber xwênî biřjênê
bewêney ferqedan îmřo le dewrî qutbî xałî řût
desûřê řûḧî min daym çi wextê çawî hełbênê
meger ẍewwasî me’nabê le beḧrî şî’rî to ’asîNasnava edebî
be çend cuhd û meşeqqet bê ke duřřî fîkirî derbênê