tulû’î kird melek tel’et xiroşan ehlî řûḧanî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  646 Dîtin
tulû’î kird melek tel’et xiroşan ehlî řûḧanî
munewer bû hemû ’alem be řûyî mahî tabanî
sinober qametê wahat melayek sûretê derkewt
cemalî cezbî ’eqlî kird hemûy xistine perêşanî
’eceb lew sûrete yaran qełem teswîrî kêşawe
le neqşî dû biroy şêtin hezaranî wekû manî
ke le’lî lêwî pişkûtin wekû ẍunçe selamî kird
hemû dił bûne bulbul boy nema kes zewqî caranî
be pyałey çawî sermest bûn û gutyan babî ken’ane
kesê ye’qubî ẍem řîze ewa hat yûsfî sanî
be çetfey zerdî daypoşî serapa xał û egrîcey
birînî xiste cergî min be ebro û tîrî mijganî
diłim nařwa le dergahî şehnişahî cemalî ew
esîrî kird û pabeste be tay zułfî perêşanî
dił û ’eqlî be ẍaret bird be goşey çaw temaşay kird
nîqabî çefyekey lada le ser xurşîdî tabanî
le ber çawî ḧesûdanit gutim qurban weha nabî
gutî ’asîNasnava edebî nîye bakim minim ’usmanî ’usmanî