be çaw şahênî ey diłber le seyyadî wekû bazî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  724 Dîtin
be çaw şahênî ey diłber le seyyadî wekû bazî
le ’aşiq diłřifênî to le wilkey ḧusin mumtazî
firîbit da be yek çawit diłî sed ’aşiqî wek min
be yek neş’et serî fitney ’imûmî kurd û bin ẍazî
le dest dû çawî ’eyyarit dił û dînim çilon derkem
serim kewte xemî zułifit nîye derçûn û derbazî
lew likey ’aşiqanî to emin taqim wekû taqe
dexîlit bim were cana etoş meyke be fentazî
be çawî mestî to mestim dekem ḧaşa le meyxane
egerçî dwênê serxoş bûn lewêda miftî û qazî
eger meylit hebê qurban řeqîbî seg sîfet hîçe
serumałim lebo ew bê etom meqsûd û diłxiwazî
ke çunke dengî nałet dê be tîrî diłberit ’asîNasnava edebî
hemîşe ma’îlî ’îşq û řebab û sîneme û sazî