îlahî şîşey ’umirim be berdî mîḧnetî dûrî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
1 Xulek
976 Dîtin
îlahî şîşey ’umirim be berdî mîḧnetî dûrî
şika piřja be yekcarî şerabî keyf û mesrûrî
tewella bû diłî bulbul le baẍî sîneyî biryan
xudaḧafîz gułim řoyî bih cêma xarî mehcûrî
ke awî û oyî sîne dê le dest derdî fîraqî yar
le řeqsaye diłî zarim wekû derwêşî şêx nûrî
eto řoyî emin çibkem çîye dermanî derdî dił
gutî bimre lehîcrana be zexmî tîrî řencûrî
sipay egrîce key kirdî hicûmî ḧusnî bêmîslî
dełên îmřo ke řoj gîra be zułf û perçemî sûrî
ke sofarî biroy xem kird be ’ezmî kuştinî ’aşiq
gutim qurban weha nabê hetakey fikirî meẍrûrî
gutim fewta diłim cana be xwênî cergî piř ahim
gutî ’asîNasnava edebî ’îşqibazî qedîm herwaye destûrî