xoşewîstim nûrî dîde ey diławer merḧeba

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  801 Dîtin
le camî’ey silêmanî, bo xoşewîstim «dilawer sabîr îsma’îl» hewlêrî legeł ’usman bûne řefîq bo ders pê gutin . teleben û le daxlîda pêkewen. her dû la elḧemdulîlla musłimanî başin û qur’anxiwên û nwêjkerin
xoşewîstim nûrî dîde ey diławer merḧeba
newnemamî taze řiskaw kak diławer merḧeba
parçe cergî kake sabîr lêt mubarek mensebit
xoşewîstî xoşewîstim ey diławer merḧeba
’aqil û hem xwa perist û zîrek û xoş xułqekem
saḧîbî ’ehd û wefakem ey diławer merḧeba
toş řefîqî kake ’usman bo meḧebbet lay emin
merkezî sîdiq û sefa bin herdû latan merḧeba
çaweřêy lutfî xuda bin dîn û dinyatan debê
her edeb bê başî’artan dû bira bin merḧeba
fîlḧeqîqe zatî ḧeqqe piştîwanî ḧeqperist
qoř be ser bê bakî eḧmeq merdî xwabin merḧeba
her du’a gotane ’asîNasnava edebî wale qapî bê şerîk
řebbî meḧfûz bin le fitne ta qyamet merḧeba