saqî bide îmřo ke be dił şîşe şerabê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  700 Dîtin
saqî bide îmřo ke be dił şîşe şerabê
medhoşe diłî xeste lebo dengî řebabê
’aşiq debê bo kuştinî me’şûqe nenałê
bê girye û nałan û fuẍan deng û seda bê
her řoje be sed ne’ê deka ’îşwe û nazê
ew diłbere ře’naye heta řûḧî fîdabê
ew tîre le cergî minî da zeḧmete yaran
bo derdî minî xeste çe derman û şîfa bê
tik tik etkê xwênî ciger îmřo be diłma
wek eşkî seḧerxîze be umêdî ceza bê
mecnûnim û ser’asîme bê’eqił û ḧewasim
saqî were piřke bîne bom şûşe şerabê
’asîNasnava edebî le kemendî serî zułifit ke binałê
kujrawî xendegî mujet û tîrî beła bê