mijde ey dił bestî dûrî wa be wesiłim kirde tey

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  681 Dîtin
mijde ey dił bestî dûrî wa be wesiłim kirde tey
mutrîbî xoş lehce fermû lêde ’ûd û çeng û ney
wa xerîkî serfî řûḧim ger be qîmet wergirê
mamletim kirduwe be şahîd min le diłber cûtê bey
şem’î şadîm pê kirawe kewtine cunbuş can û dił
ten wekû teyyare qurban hate geř û perwane key
cêjnî wesił ey muẍennî leyl we’dey da be min
mecnûn asa nayfiroşim qet be dûsed xêłî ḧey
çawî mestî mestî kirdim bewşerabî ’îşqî řûy
çunke çawî mestî mestî da be bade û pîr û mey
boçî kwêr nabî le tawan ey řeqîbî seg sîfet
çunke seg mergî çe fayde zîndeganît ta be key
ḧełqe goşî ’îşqî ’asîNasnava edebî têbgen ba xas û ’am
qet ẍulamîy yar nadem min be textî çîn û řey