ẍezaley çîn ewa hatuwe be zułf û perçemî çîn çîn

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  698 Dîtin
ẍezaley çîn ewa hatuwe be zułf û perçemî çîn çîn
le dił de’wa deka biřwa le dewrey gułşenî maçîn
betałanyan ewa birduwe ḧewas û ’eqił û hoşî min
fîrarim kird legeł diłma le dest ’îşwey eger derçîn
deřûnim piř le giryane henasem sarde ey yaran
le dîdem seyrî çon deřjê serapa eşkî řeng xûnîn
weren ey qewm û xwêşanim ewa hat mewsîmî mergim
wesîyet bê mebin ẍafił le dengî şîwen û yasîn
eger ḧezken ’îlacî min le ew derde gelî yaran
dekem wa min du’ay wesiłim be ’am êweş biłên amîn
werin ew řûgułe seyrî le ḧeq min çende bêrḧime
le řeẍmî min gułî řûy kird be zułf û perçemî perjîn
tuxwa řûmet gułî nazk bidepêm we’deyî wesiłit
le hîcranit diłî ’asîNasnava edebî desûtê her wekû benzîn