ey yarî ser û qamet gerdin şûşey bilurîn

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  748 Dîtin
ey yarî ser û qamet gerdin şûşey bilurîn
ebrokemanî çawřeş ey řûguł û nazenîn
dem ẍunçeyî perçem ał ey şoxî new řesîde
çaw badeyî meyxane suxme zerdî gułgułên
řûmet sêwî zułf řeş dił bê fîdayî lencet
kiras ketanî řomî mubarek bêmekir çîn
zułifit legeł egrîcet wek ’eskerî ferengî
legeł xałî ḧebeşta hatûne ser felestîn
sîne baẍî meraẍî boçî le min bedaẍî
bew qametî beydaẍî ẍaretgerî ’eqił û dîn
lêw ałî çaw xumarî fermû didan mirwarî
ey ahûyî tatarî heste le pê ke lapçîn
wadeçme jûrî mizgewt dekem du’ayî wesiłit
legeł sozî henasem etoş bifermû amîn
bo wesłî diłberî xoy ’asîNasnava edebî ewa degrya
bîkey be qismetî ew yařeb ẍezaley maçîn