da’îm be cefa şêweyî giryane diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  739 Dîtin
da’îm be cefa şêweyî giryane diłî min
sûtawî giřey agirî hîcrane diłî min
wek teyrî sitemdîde le dest mîḧnetî hîcran
ḧepsî qefesî sîneyî biryane diłî min
bo tîrî ẍemî firqetî to bote nîşane
da’îm betemay hatnî dermane diłî min
wa ẍerqe lenaw beḧrî ẍem û gêjî qesawet
cêy merḧemet û hîmmetî pîrane diłî min
meylî le qedem bosîye hem xakî derî to
bo wesłî to ẍemxiwar û perêşane diłî min
mefhûmî ’erîzem hemû bo řesmî dexalet
umêdî beser ḧelqeyî pîrane diłî min
wextî kerem û řeḧmet û azadîye qurban
ger meyl ekey layeqî qurbane diłî min
sergeşte û bêbehre û hem pîr û perêşan
řeng zerde lejêr perdeyî ’îsyane diłî min
’asîNasnava edebîm û cefa dîde û bednaw û ẍerîbim
qabîl be sefa û řeḧmet û îḧsane diłî min