bem derde ke ’îşqe çîye ḧeyrane diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  736 Dîtin
bem derde ke ’îşqe çîye ḧeyrane diłî min
haware tebîb bê to be dermanî serî min
ger hat û le ḧeqqulqedema řûḧî bwêtin
pêm xoşe eger bîxene damanî serî min
canim superî tobî leber tîrî bełata
gerden keçe ger deykeye qurbanî serî min
ḧacet nîye em derde ke hîcrane be dewwa
yek leḧze wîsałî bese luqmanî serî min
’asîNasnava edebî ke zedey tîrî fîraqe le wîsała
bêzar dełê bo nîye fermanî serî min