wechî çîye wek sîneme biryane diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  822 Dîtin
wechî çîye wek sîneme biryane diłî min
ma’îl be ẍem û şîwen û giryane diłî min
lem deşte ke seḧrayî fîraqe bedewamî
da’îm le ẍema zar û perêşane diłî min
weḧşetkeşî kêwane leber mîḧnetî dûrî
wek mamzî tenha ke le herdane diłî min
wa ḧucreyî sînem hemû piř ferşe le ḧesret
seyrî bike ey ẍem xemî mîwane diłî min
bêhûdeye dermanî tebîb dîqqetî dixtor
kujrawî mujey tîrî cewanane diłî min
alûdeyî xwênîne leber xwênî sirişkim
lem mewce ke deryaye çe nadane diłî min
lew ḧîkmete wazbêne ke nazanî le derdim
fewtanî be dermanî tebîbane diłî min
kewtote şilêwe le hewa sozî henasem
xo fesłî beharî hemû zistane diłî min
’asîNasnava edebî çîye watîje sirişkit wekû řêşîn
nałînî dełêy zele ke nałane diłî min