le amûşoyî xizmet to tika awî ḧeya qurban

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  706 Dîtin
le amûşoyî xizmet to tika awî ḧeya qurban
wekû dêwane wa řoym minî sergeşte sergerdan
nesîbî min ezel wabû ke her dêwane bim da’îm
wekû mecnûnî xêłî ḧey xerîk bim min le ser herdan
mefermû bêwefa derçû leser’ehdî qedîm mawim
leber bêlutif û meylî to giriftarim beçend derdan
le ew řoje wekû girtim be dest û dem ke damanit
le ’ersey qyametîş qurban nîye qet fîkirî dest berdan
le beynî to û min yařeb řeqîb her kwêr wiřûřeş bê
peragendey wiłatî kird minî muxlîs wekû cerdan
ewa ey guł emin řoym xudaḧafîz le xizmet to
etoş carcar du’a fermû lebo bulbul wekû merdan
xeyałî wesłî bałay to betał nabê lelay ’asîNasnava edebî
heta ew řoje deynêne kelênî qebir û dûberdan