bo umêdî zîndeganî qûtî ẍem cem cem dexom

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  718 Dîtin
bo umêdî zîndeganî qûtî ẍem cem cem dexom
kewtime dawî perçem û hem zułfî piř xem xem dexom
sed ke daym min xerîkî ’eyş û noş û ’uşretim
boye bête’sîre cana mîḧnetîş dem dem dexom
cêjnî qurbane sibeynê wextî wesłe bo tewaf
şerbetî dîdarî yar û çaweyî zem zem dexom
meylî wesił û derdî dûrî kirdîye zîq alinfisErebî
çîm le jyane bo necatî dest henasem sem dexom
yar eger çe car be carîş xoy nîşanî min eda
bonî gułzarî ke nakem bew demaẍem ẍem dexom
qismetî řojî ezel bû ’asîNasnava edebî ẍemnakî eto
ezyet û cewr û cefa û mîḧnet û hem hem dexom