le dengî elwîda’î dił hemû ’alem perêşane

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  819 Dîtin
le dengî elwîda’î dił hemû ’alem perêşane
leher layê temaşa key seday nałîn û giryane
hemû ’alem le nałîne wekû nałînî ye’qûbî
dełên wa yusfî ême îradey deştî ken’ane
dełêy çawim le tawî ew geyşte ḧałî wabîzitErebî
be tawî agirî dûrî hemû her sîne biryane
’eceb exlaq û lutfî ew be ’alemda ke şamîl bû
lejêr sayey ewa gişt kes şimûlî lutfî û îḧsane
’ezîzî ême bû qurban ’ezîzê bû meqamî to
mubarek bê xudaḧafîz eweş her lutfî řeḧmane
le ewsafî ewa ’asîNasnava edebî ke fîkirî qasîre îmřo
zibanî leng û řawesta xerîkî derdî hîcrane