ey le’lî dû kułimit le cemalit çû sureyî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  717 Dîtin
ey le’lî dû kułimit le cemalit çû sureyya
şewqî be çemen dawe çemen bote musella
wek mare leser gencî řuxt zułfî syahit
yasaẍe leber ḧelqeyî ew bême temaşa
em řûḧe ke neqdêke be sed ḧîşmetî naden
meẍşûşe le bazařî ’îşq bote muqebba
baweř bike milyarê ke fewta û řizîwe
her ser leser ew ’îşqe le jêr xakî temenna
dił bote hedef bo serî peykanî xedengit
destiřêje le em lawe deken ẍaretî ewla
deřwa le hewa sozî henasem le fîraqit
wek ahî seḧerxîze heta ’erşî mu’ella
’asîNasnava edebî beheway ’îşqe mełên ’arebe qurban
îrsêke becê mawe le dway adem û ḧewwa