xudaya bextî bergeştem le serçî em ẍemey hêna

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  1128 Dîtin
xudaya bextî bergeştem le serçî em ẍemey hêna
le gułzarî cewanîma diłim çû zemzemey hêna
ke çû dwênê le meyxane ke bezmî saqîyanî dît
be ’îşqî xałî gułřengî xiroş û hemhemey hêna
le goşey sîne ta êsta xerîkî keyf û ’uşret bû
be yadî wesłî diłber çû keçî em peřkemey hêna
le nawkawda milim girt û gutim ey dił meřo carê
le řeẍma çû le meyxane řebab û sînemey hêna
şikatî kird lelay diłber deka men’im le ’îşqî to
be îmzay pîrî meyxane ke celbî meḧkemey hêna
le pyałey çawî fîkirîm û beyadî wesłî noşim kird
le bextî neqsî min saqî řezîl bû kem kemey hêna
ke çûme xizmetî saqî be ’ezmî cwabî îstîntaq
emin giryam le tawî dił ewîş çû camî mey hêna
tenafî zułfekey dana leser řêy ’aşiqî medhoş
gutî hatî le bo kuştin ke têfkirîm qemey hêna
milit keç ke gutî ’asîNasnava edebî temaşay şîrî ebrom ke
nîşaney merge em bezme ke lêy da xatîmey hêna