seyrî çend bedbexte muftî mes’eley teḧrîreka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  723 Dîtin
seyrî çend bedbexte muftî mes’eley teḧrîreka
mestî meyxane ḧeqîqet yek be yek tekfîreka
pêy biłên waz bênî tuxuda lem nezanî û cehlîye
’îlmî ’îşqî wek nedîwe se’îy bê te’sîreka
saqî bêne to le řeẍmî munîkiranit badeyê
’aşiqî dana dezanê dił be mey te’mîreka
def’eyê miftî bifermû bêre meyxane eto
wek silêman pîrî ême îns û cin tesxîreka
ba deyêkî piř şerabî wa bedest bo ’aşiqan
fursete xo badenoşî ḧeq le dił teswîreka
îmřo bezme wa gułêkî daye berpêçî serî
lew gułistane xerîke guł berûy tenwîreka
seyrî ḧaşyey perçemî ke ger dezanî dersî ’îşq
heste mest be ta bizanî walziḧîErebî tefsîreka
řûke meyxane be carê řêy ḧeqîqet wa lewê
cubbew û xirqe û ’emame wesłî to taxîreka
talîbî bo gencî me’na ’asîNasnava edebî cêt meyxaneye
pyałeyî piř mey binoşe ḧukmî sed îksîreka