ey pertewî çehret le temaşayî be serda

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  751 Dîtin
ey pertewî çehret le temaşayî be serda
řojêkî direxşane ke şewqî be qemerda
gułzarî cemalî ke diłî kirdime bulbul
bew şêweyî dił şîwen û şîn xake bih serda
ew diłbere ře’naye le ḧusna ke bebê şik
sed yûsfî mîsrî be tewawî le kemerda
min ẍerqî xeyałim ke le dunya çîye neslî
ew gewhere yekdane bû nemdî le beşerda
bêlutfe legeł ’aşiqî diłzar û ḧezînî
şest tîrî fîraqî hemedem wa le superda
muştaqe be pabûsî eto dił le muḧeřřem
bêhûdeye ’umrê ke nefewtê le seferda
çend xoşe le zistanî fîraq nexlî miradim
wek fesłî behar mîweyî wesiłit be semerda
bêřeḧme birîndare ciger xwêne be qurban
sed ḧeyfe ke dił ẍerqe le xwênawî cigerda
’asîNasnava edebî ke le dergahî eto dûre bequrban
baweř bike xinkawe le gêjawî xeterda