dełêm wêł bim wekû derwêş be çoł û deşt û seḧrada

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  959 Dîtin
dełêm wêł bim wekû derwêş be çoł û deşt û seḧrada
biřom wek şêtî sergeşte be seyyaḧî be dunyada
’esa û keşkoł û xerqe û def muheyya kem be yek def’e
wekû mecnunî xêłî ḧey biřom be şwênî laylada
le şerq û ẍerb û beḧir û beř heta demirim binałênim
wekû perwane ’ewdał bim bedway şem’î diłara da
’ecem ta řom hemû tey kem be eḧwałî perêşanî
serim řût kem bikewme dway be şam û mîsir û beẍdada
meken lomem qerar nakem le hîcranî eger bimirim
ser û jûrme le mewcî ẍem wekû masî le deryada
kułingî ’îşq ḧazir kem le bêstûn kendinî diłber
xerîkî wesłî şîrîn bim le gułzarî şehnişada
biro û zulf û muje û xałî ke çawyan kirde ser ’esker
le bo ’eqił û dił û dînim ewîş emrî be yeẍma da
denûsim derdî dił îmřo le meyxane û sera û bazař
beyanî fîkir û eḧwałim le řûy ’am û geda û şada
diro nakey eger ’asîNasnava edebî siřî ’îşqit le diłdaye
tefekkur ke le řemzî ’îşq lenaw yusif zilêxada