seyrî bike çon zułmî řeqîb ’umrî be ba da

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  1284 Dîtin
seyrî bike çon zułmî řeqîb ’umrî be ba da
cergî minî ber penceyî sed cewr û cefa da
ya řebbî řeqîb, herweku řût řeş bû le dunya
şermendeyî meḧşer bî le dîwanî xudada
wek agirî berdaye deřûnî minî bêçar
biřwa be cefay agirî qudret be hewa da
meḧwî sitem û ḧîleyî şeytanî le’în bê
sergeşte û bê dîn û şeref bê le ’îbada
lem beyne ke řiştûye wekû xwênî syaweḧiş
afaqî zemîn ẍerqe le gêjawî fesada
wek ẍaretî şadî le diłim kirduwe řoyî
sermayeyî ta’atî bifewtê le ’înada
’asîNasnava edebî betemay řaḧet û hem řazî necatî
xak be le derî ḧezretî meḧbûbî xudada