seyrî bike çon zułmî řeqîb ’umrî be ba da

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  924 views
seyrî bike çon zułmî řeqîb ’umrî be ba da
cergî minî ber penceyî sed cewr û cefa da
ya řebbî řeqîb, herweku řût řeş bû le dunya
şermendeyî meḧşer bî le dîwanî xudada
wek agirî berdaye deřûnî minî bêçar
biřwa be cefay agirî qudret be hewa da
meḧwî sitem û ḧîleyî şeytanî le’în bê
sergeşte û bê dîn û şeref bê le ’îbada
lem beyne ke řiştûye wekû xwênî syaweḧiş
afaqî zemîn ẍerqe le gêjawî fesada
wek ẍaretî şadî le diłim kirduwe řoyî
sermayeyî ta’atî bifewtê le ’înada
’asîPen name betemay řaḧet û hem řazî necatî
xak be le derî ḧezretî meḧbûbî xudada