perêşanim le ḧesret derdî dûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 3 Xulek  2325 Dîtin
perêşanim le ḧesret derdî dûrî
be lutfî xot bidey yařeb sebûrî
çi dûrî? dûrî ta řojî meḧşer
çi ḧesret? ḧesretê ta nefxî sûrî
gehê bo şahekey ewřengî temkîn
gehê bo mahekey burcî weqûrî
yekê baba řesûlî xełqî bêdinNava taybet
yekê ’ebdulkerîmî xane şûrîNava taybet
yekê cennet mekanî bû ’ubeydeNava taybet
yekê gułşen tîrazî şarezûrîNava taybet
newey pêẍemberê bûn, nek perî û cîn
le meclîsya ke cem kirdûye mûrî
şehadet nameyî ’îrfan le desta
mucazî medresey dînî û şu’ûrî
le teqdîsa wekû şêxî birîfkanNava taybet
le tedrîsa mela yeḧyay mizûrîNava taybet
le bêşey ’îlim û feził û şer’ û dinya
çi şêrê bûn be azayî û cesûrî
xeyatî sermedî her zû biřîbûy
be bałayan kewa û xerqey ẍeyûrî
dirêẍa řoyn û minyan becê hêşt
le matemxaneyî tarîkî dûrî
beheşt ara ke bûn al’îzuّ lilhErebî
le xoşî xoşîy ẍîlman û ḧûrî
bîḧimd lilّhErebî şewanî ẍa’îbane
mubeddel bûn be eyyamî ḧuzûrî
lepaş em dû çiray bezmî ’ulûme
nema perwane boy xoşî û sirûrî
minim da’îm eka dûdî henasem
le sîney mecmera karî buxûrî
minim wek nanewa firmêskim agir
ciger nan, çaw eka îşî tenûrî
şehîdî têẍî îxlasî ḧeqîqî
be filsê nayewê topê bilûrî
meḧebbet řêgeyêkî řaste qurban
nekey ladey le serḧedid û sinûrî
cîhan madameyêkî sînemaye
le berya bê kewa kewłî semûrî
dexîlit bim neda tefret wekû min
be ẍazey ’arîzî û sipyawî sûrî
pena be xwa le bezmî caduyîda
le saqî çawî û saqî bilûrî
be çakey piřxirapey ger xeřo bî
yeqînit bê ke sertapa qusûrî
hezar keyxusrewî û efrasyabî
hezaran wek supahî selimNava taybet û tûrNava taybety
hemû hatûn û kuştûnî le paşa
be topî namuradî û tîpî zûrî
xwa sałî wefatî kake babaNava taybet
munewwer key mezaristan be nûrîHisaba Ebcedê: munweّr key mezaristan be nûrî
le sałî fewtî şêx ’ebdulkerîmNava taybeta
muresse’ ke ewîş ya řeb qusûrîHisaba Ebcedê: mirsّ’ kih ئەەûیش ya rib qisurî
zemîn ta piř le sunbul bê kenarî
felek ta piř le encum bê ciḧûrî
ewî mawin byanhêłî îlahî
be cahî xot ke wa ḧey û ẍefûrî
xisûs dizyayşNava taybet û danay pirîsNava taybety
legeł sadatî tekye û hanesûrî
ke bêxudNasnava edebî tozî dawênî ewan bê
eşê ya řeb le teqsîrî bibûrî