perêşanim le ḧesret derdî dûrî

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 3 minutes  2897 views
perêşanim le ḧesret derdî dûrî
be lutfî xot bidey yařeb sebûrî
çi dûrî? dûrî ta řojî meḧşer
çi ḧesret? ḧesretê ta nefxî sûrî
gehê bo şahekey ewřengî temkîn
gehê bo mahekey burcî weqûrî
yekê baba řesûlî xełqî bêdinNamed-Entity
yekê ’ebdulkerîmî xane şûrîNamed-Entity
yekê cennet mekanî bû ’ubeydeNamed-Entity
yekê gułşen tîrazî şarezûrîNamed-Entity
newey pêẍemberê bûn, nek perî û cîn
le meclîsya ke cem kirdûye mûrî
şehadet nameyî ’îrfan le desta
mucazî medresey dînî û şu’ûrî
le teqdîsa wekû şêxî birîfkanNamed-Entity
le tedrîsa mela yeḧyay mizûrîNamed-Entity
le bêşey ’îlim û feził û şer’ û dinya
çi şêrê bûn be azayî û cesûrî
xeyatî sermedî her zû biřîbûy
be bałayan kewa û xerqey ẍeyûrî
dirêẍa řoyn û minyan becê hêşt
le matemxaneyî tarîkî dûrî
beheşt ara ke bûn al’îzuّ lilhArabic
le xoşî xoşîy ẍîlman û ḧûrî
bîḧimd lilّhArabic şewanî ẍa’îbane
mubeddel bûn be eyyamî ḧuzûrî
lepaş em dû çiray bezmî ’ulûme
nema perwane boy xoşî û sirûrî
minim da’îm eka dûdî henasem
le sîney mecmera karî buxûrî
minim wek nanewa firmêskim agir
ciger nan, çaw eka îşî tenûrî
şehîdî têẍî îxlasî ḧeqîqî
be filsê nayewê topê bilûrî
meḧebbet řêgeyêkî řaste qurban
nekey ladey le serḧedid û sinûrî
cîhan madameyêkî sînemaye
le berya bê kewa kewłî semûrî
dexîlit bim neda tefret wekû min
be ẍazey ’arîzî û sipyawî sûrî
pena be xwa le bezmî caduyîda
le saqî çawî û saqî bilûrî
be çakey piřxirapey ger xeřo bî
yeqînit bê ke sertapa qusûrî
hezar keyxusrewî û efrasyabî
hezaran wek supahî selimNamed-Entity û tûrNamed-Entityy
hemû hatûn û kuştûnî le paşa
be topî namuradî û tîpî zûrî
xwa sałî wefatî kake babaNamed-Entity
munewwer key mezaristan be nûrîAbjad Numerals: munweّr key mezaristan be nûrî
le sałî fewtî şêx ’ebdulkerîmNamed-Entitya
muresse’ ke ewîş ya řeb qusûrîAbjad Numerals: mirsّ’ kih ئەەûیش ya rib qisurî
zemîn ta piř le sunbul bê kenarî
felek ta piř le encum bê ciḧûrî
ewî mawin byanhêłî îlahî
be cahî xot ke wa ḧey û ẍefûrî
xisûs dizyayşNamed-Entity û danay pirîsNamed-Entityy
legeł sadatî tekye û hanesûrî
ke bêxudPen name tozî dawênî ewan bê
eşê ya řeb le teqsîrî bibûrî