ke ḧeccacî felek hat û be xwênî ẍem xełatî kird

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  989 Dîtin
ke ḧeccacî felek hat û be xwênî ẍem xełatî kird
beser şêx û melada dabeşî mûçe û beratî kird
kesim îmřo nedî bîxate ser ser çerx û subḧeynê
weha neyda be ’erza to nełêy qet’î ḧeyatî kird
le sadatî tekê ’ebdulkerîmNava taybet nazanî şayê bû
keçî fîlî ecel hat û kişêkî kird û matî kird
ke zanî neş’eyê nada ḧeyatî ’aryet bo kes
ewîş wek bab û ceddî arezûy bezmî mematî kird
bîḧemdî alilّhErebî le dinyada ke ewqatî nefîsey xoy
be ekser serfî zîkirî baqyatî salîḧatî kird
min û toy tûşî qe’rî dozexî hîcranî ẍem fermû
egerçî xoy le ewcî qesrî fîrdewsa subatî kird
ke pirsîm sałî ẍufranî le ustadî xîred bêxudNasnava edebî
be ah û nałe daway qaqez û xame û dewatî kird
minîş lewḧey dił û engust û çawim naye berdestî
ewîş aliḧqErebî be dîqqet sen’etêkî piř nîkatî kird
ḧuřûfî mu’cemey em mîsre’ey nûsî be te’rîxî
cewanmerdê le eşrafî tekêHisaba Ebcedê: ? emřo wefatî kird