areqim kird û necatî her nedam derdî gunaḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  3337 Dîtin
areqim kird û necatî her nedam derdî gunaḧ
lerz û tadarî xecałet xom û řû zerdî gunaḧ
geyye çerxî me’rîfet wêłdaşîy min xakim be ser
min ḧemamokê ekem hêşta leser ’erdî gunaḧ
miştetowê danewêłey çake şik nabem keçî
da’îmen hełgêř û wergêřî ekem werdî gunaḧ
wek kesê lay da le řê ḧolî byaban wa minîş
nefsî bed pêm tey eka em herd û ew herdî gunaḧ
çûme naw bêşey çuẍurdî zor xîlafî şer’ewe
qet le şêrî ḧeq netirsam wa ebê merdî gunaḧ
hîç kesê wek min le ḧepsî şeşderî ye’sa nehêşt
asman wextê fiřêy da bo zemîn nerdî gunaḧ
dek fełek destit şikê ber tîrî qehrî ḧeq kewî
her wekû şûşey minit wa daye ber berdî gunaḧ
ey xuda ger miştumałî lutfî to çarî neka
ey xwa wek xore awêney diłim gerdî gunaḧ
dêřbedêř keşkoł û dîwanî hemû ’alem geřam
tya nebû bêxudNasnava edebî wekû min muntexeb ferdî gunaḧ