ke ḧeccacî felek hat û be xwênî ẍem xełatî kird

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  988 views
ke ḧeccacî felek hat û be xwênî ẍem xełatî kird
beser şêx û melada dabeşî mûçe û beratî kird
kesim îmřo nedî bîxate ser ser çerx û subḧeynê
weha neyda be ’erza to nełêy qet’î ḧeyatî kird
le sadatî tekê ’ebdulkerîmNamed-Entity nazanî şayê bû
keçî fîlî ecel hat û kişêkî kird û matî kird
ke zanî neş’eyê nada ḧeyatî ’aryet bo kes
ewîş wek bab û ceddî arezûy bezmî mematî kird
bîḧemdî alilّhArabic le dinyada ke ewqatî nefîsey xoy
be ekser serfî zîkirî baqyatî salîḧatî kird
min û toy tûşî qe’rî dozexî hîcranî ẍem fermû
egerçî xoy le ewcî qesrî fîrdewsa subatî kird
ke pirsîm sałî ẍufranî le ustadî xîred bêxudPen name
be ah û nałe daway qaqez û xame û dewatî kird
minîş lewḧey dił û engust û çawim naye berdestî
ewîş aliḧqArabic be dîqqet sen’etêkî piř nîkatî kird
ḧuřûfî mu’cemey em mîsre’ey nûsî be te’rîxî
cewanmerdê le eşrafî tekêAbjad Numerals: ? emřo wefatî kird