werin řêk kewîn ey kurdî hejar
le sałî 1942 le katî şeřî cîhanî duwem fanî em hełbestey danawe
Li pirtûka:
Dîwanî Fanî
Berhema:
Mela Ḧusên Fanî (1883-1983)
2 Xulek
1089 Dîtin
werin řêk kewîn ey kurdî hejar
bê tirs berdêk bo qel çend hezar
lepaş selaḧNava taybet û mizfiraldînNava taybet
ta key zebûn bîn jêrdestî eẍyar
eger bê biłên bo çî em ẍedre
dełê ya ’înî qid sar ma sarErebî
înca tu xuda were şeq neba
were teq neka zebûnî bedkar
qisey şobnihorNava taybet kewtewe yadim
hîç ḧeqî ḧeyat nîye bo hejar
mirdin wacbe bo merdî feqîr
quwet bimênê ta řojî qerar
bikujrênewe feqîranî ’ar
lepêş qedemî equyay salar
her em qise bû ełmanî sûtand
le ḧerbî ’uzmaNava taybet bo xwênî eẍyar
agirî biłind kird bo řûyî zemîn
xwênî naskan wek coge û řûbar
erwaḧ çûne der lenêw cesedyan
laşey bênazan wekû berd û dar
êmeş ke waye ḧeyfe bimênîyn
bikujrênewe bo ẍezay eẍyar
ey lawanî kurd îmřo tarîke
bełam řûnake bo merdî nawdar
řojî lêdane berzî pêşkewtin
ya şehîd bûne bo ni’im alqirarErebî
le zułmî namerd ba biçîne der
xwênman ba biřjê le řêy îftixar
le min depirsin min řawestawim
be mał û be ser newek derkenar
şûrey poła bîn bo ḧîfzî wiłat
le çing řûsyeNava taybet û ełmanNava taybet û bulẍarNava taybet
feryad sed feryad birayanî kurd
wa çaxî kare hawar sed hawar
be ḧikumetêk pena bibestîn
řast bê legełman saẍ bê wefadar
be medafi’ û alatî cengî
řû keyne dujmin bebê berx û dar
merd ew keseye karî serkewê
newek bikewê wek laşey mirdar
pyawî baş bin ẍîret binwênin
destî hełênin wek şêrî zamdar
ře’îsanî kurd wełam binêrin
bo lay yektirî le yek agadar
xotan dezanin hemû nehengîn
le deryay şeřî řojî tund û tar
fa’îdey ême le îtîfaqe
ger mutefîq bîn debîne serdar