werin řêk kewîn ey kurdî hejar

le sałî 1942 le katî şeřî cîhanî duwem fanî em hełbestey danawe
From the Book:
Dîwanî Fanî
By:
Mulla Hussinn Fani (1883-1983)
 2 minutes  747 views
werin řêk kewîn ey kurdî hejar
bê tirs berdêk bo qel çend hezar
lepaş selaḧNamed-Entity û mizfiraldînNamed-Entity
ta key zebûn bîn jêrdestî eẍyar
eger bê biłên bo çî em ẍedre
dełê ya ’înî qid sar ma sarArabic
înca tu xuda were şeq neba
were teq neka zebûnî bedkar
qisey şobnihorNamed-Entity kewtewe yadim
hîç ḧeqî ḧeyat nîye bo hejar
mirdin wacbe bo merdî feqîr
quwet bimênê ta řojî qerar
bikujrênewe feqîranî ’ar
lepêş qedemî equyay salar
her em qise bû ełmanî sûtand
le ḧerbî ’uzmaNamed-Entity bo xwênî eẍyar
agirî biłind kird bo řûyî zemîn
xwênî naskan wek coge û řûbar
erwaḧ çûne der lenêw cesedyan
laşey bênazan wekû berd û dar
êmeş ke waye ḧeyfe bimênîyn
bikujrênewe bo ẍezay eẍyar
ey lawanî kurd îmřo tarîke
bełam řûnake bo merdî nawdar
řojî lêdane berzî pêşkewtin
ya şehîd bûne bo ni’im alqirarArabic
le zułmî namerd ba biçîne der
xwênman ba biřjê le řêy îftixar
le min depirsin min řawestawim
be mał û be ser newek derkenar
şûrey poła bîn bo ḧîfzî wiłat
le çing řûsyeNamed-Entity û ełmanNamed-Entity û bulẍarNamed-Entity
feryad sed feryad birayanî kurd
wa çaxî kare hawar sed hawar
be ḧikumetêk pena bibestîn
řast bê legełman saẍ bê wefadar
be medafi’ û alatî cengî
řû keyne dujmin bebê berx û dar
merd ew keseye karî serkewê
newek bikewê wek laşey mirdar
pyawî baş bin ẍîret binwênin
destî hełênin wek şêrî zamdar
ře’îsanî kurd wełam binêrin
bo lay yektirî le yek agadar
xotan dezanin hemû nehengîn
le deryay şeřî řojî tund û tar
fa’îdey ême le îtîfaqe
ger mutefîq bîn debîne serdar