ئاە min al’işq

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 2 Xulek  790 Dîtin
gah degryêm denałim gehî,
hîç le ’îşqit nebû qelbim tehî
çend be wîqarî wekû şahenşehî
tabî’e řuḧim lebo emiř û nehî
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî
lem hemû dinyaye ke bûm bêberî
kewtime sewdaserî wek muşterî
tarîke řêm xwaye be xot řehberî
’îşq çwandî hemû sîm û zeřî
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî
xoşe le dił ’îşq û meḧbibet temam
’aqîbetî tałe û nexoşe bełam
têbge ger ’arfî pend û kelam
xot meke řenceřoy ’îşq baldiwam
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî
xesteme çawim lebo çaw û birot
qet nekujawe le diłim sotesot
bîkeme qurbanî serumał lebot
dame ’îşq serwet û ’eqilim firot
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî
řojê ’eqił pêmî gut: ey bêxeber
kirduwe sewda gelekî derbeder
tełxe ’îşq lêy bike serfî nezer
řencî dyare wekû řoj û qemer
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî
ew hemû eş’are le dił dêteder
zor be ẍem û piř keder û bêxeber
dête derê kanîNasnava edebî le zarit guher
lehbeyî ke le bo to huner
ah min al’işq û ḧalatة,Erebî
eḧreq qilbî biḧraratة!!Erebî