goranî

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 1 Xulek  841 Dîtin
serxoşim le dyarit
be dû çawî xumarit
lêwit ẍunçey neşkuftî
minim bulbulî zarit
***
le ahme le ahme
sûtinit le ahme!!
xałit ḧicir alasudErebî
birot qîblegahme
***
bulbulî naw řezanim
nałe û fîẍan dezanim
beharim be ẍar řoyî
zû hat wextî xezanim
***
be tîrit lê dirawim
boye zeyn biławim
le pêş çawim bizir bûy
hatye duř henawim
***
ḧebîbe ḧebîbme
çaw le řêy ḧebîbme
xwaye diłim neyêşê
çunke cêy ḧebîbme
***
çend şîrînî......
çend şoxî çend şîrînî
ferhad çyay desmî
be hîway şîrînî
***
gułekanî.........
çawim da gułekanî
firmêskim cogey bestin
awî da gułekanî