hełên

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 1 Xulek  770 Dîtin
ełêm min no ḧirûfî yek mu’emma
bizanî herkesê danaye emma
ewîş lûtî wekû lûtî beraze
wekû dûşke paşî dengî qaze
wekû textî suleyman ser hewaye
meram bexşe bełam nêzîk bełaye
ebê em no ḧirûfeş lêk cuda kem
be turkî û kurdîy me’naşî eda kem
be turkîy şarete dû ḧerfî pêşî
be kurdîy mêweke dû ḧerfî dîşî
le e’za dû ḧirûf kurdî hemane
le turkîy sê ḧirûf me’na bizane
hełênî kanî kes bêt û hełênî
le dinya derd û mîḧnet qet nebînê
 
wełam «otomobîl»e