hełên

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 1 Xulek  776 Dîtin
aşnay çahî qelbe bêguman
baş ekatin cumle esrarî nîhan
zeřřeyê herkê hebê lêy îştîbah
xoy ezanêtin le dunya padşah
çendî erbabî ’eqil ehlî finûn
jêrî pencey wî hemû bwîne zebûn
serkî ḧefta kilkî sed bîkey ḧîsab
sê ḧirûfe nawî bêperde û ḧîcab
sûreten zahîr nîye bînořyê
tamî lê nakirê le tałî û sûryê
herkesê bêt û bizanîtin yeqîn
bew kese kanîNasnava edebî dełê sed aferîn