perêşane henawim

Li pirtûka:
Dîwanî Kanî
Berhema:
Ebducebbar Aẍay Doẍirmeçî (1897-1957)
 2 Xulek  883 Dîtin
daym beẍem û derd û perêşane henawim
şew ta be seḧer meylî le giryane henawim
wek bulbulî şeyda le çi efẍane henawim
perwane sîfet şewqî le sûtane henawim
emřo le mekanim bizirim bêser û şûnim
êşim heye nabînî çi meḧzûn û zebûnim
des lêmede dekulêtewe piř xwêne derûnim
ey xwaye çi aşfite û ḧeyrane henawim
řeḧimit nîye gwê nadeye xo girye û şînim
miruwet bike załim wekû birdit dił û dînim
îtir çîye em hende edey des le birînim
fîkirit nebê hîç qabîlî dermane henawim
terdim meke lem qapîye miskîn û ẍerîbim
bełkû hebê lem bax û çemenzare nesîbim
şadim bike em care leber řeẍmî řeqîbim
takû nefesim mawe du’axwane henawim
dû qubbeyî sînet xiř û bonî wekû bêne
nemdîwe lemêje be xuda dił le xurêne
řût bêne bełam zulfî derazit mehejêne
bo le’lî lebit talîbî îḧsane henawim
ew yare ke meftûnî ewm şoxî zemane
ẍaretgerî mał û dił û can, dîn û îmane
her ḧukmê bika layeqe çun şahî cîhane
bo emir û nehî tabî’î fermane henawim