řeza begî fetaḧ beg nîweřo bû le awayî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  750 Dîtin

řeza begî fetaḧ beg nîweřo bû le awayî «kelar» řakşa bû.

«ḧise» kuře miskênêkî dwanze sałan bû, bo ewe baweşênî ka ta xewî lê ekewê, le jûr serîyewe danîştibû, çend mindałêkî tirîş lewlawe denge dengyan dehat, neyan’ehêşt xewî lê bikewê. řeza beg tûře bû, serî berz kirdewe witî: mindałan, wełła cûke biken hestim cûketan ebiřim! mindałekan bêdeg bûn û xewî lêkewt. ḧiseş her baweşênî eka. ke zanî wa xewî lêkewtuwe be sebrî serî birde binagwêyewe û bangî kird: řeza beg cûk, řeza beg bûk! a bizanim çon cûke cûkim ebřî?! emey wit û hesta baweşênî fiřêda û boy derçû!