ḧacî mistefa paşa witî: emîrî ḧec bûm...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
910 Dîtin
ḧacî mistefa paşa witî: emîrî ḧec bûm, be ser ḧacîyekanewe egeřam, seyrim kird wa leber ke’beda kabrayekî sûrî qełewî řîşsipîy kewtuwe, aw eken be serya. be cilubergekeya zanîm kurde, çûm be layewe, ew sałeş ḧec kewtibuwe mangî temûzewe û goştî kał exraye ser limeke ebirja! kabra çawêkî berz kirdewe û henaseyekî dirêjî hełkêşa, lepaşa serî berz kirdewe û řûy kirde asman û witî: erê xwa! to boç çawit nebû lew deştî «gelge»y awdarî hewa fênkeda mał bo xot dirust key? eme şwên bû to nawtewe? eger carêkî tir řûm kirdewe ew şwêne, bizane min kuřî xełk nîm! witî: le paşa pêm wit: kabra nawit çîye û xełkî kiwêyt? witî: ḧacî qadrîy řuẍzayî «gelge» deşt û girdêke le lay pênciwên.