kabrayekî menguřî, baraşêk eba bo aş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  755 Dîtin

kabrayekî menguřî, baraşêk eba bo aş eyhařê û eyhênêtewe, le geřaneweda egate ser «dewenêk» û lewê tûşî kabrayekî dirawsêyan ebê - ke ewîş her eçê bo aş - lêy epirsê: ewe to baraşekey xotit hařî? ewîş ełê: ey ku? nayhařim! emîş ełê: be goře babim desa eger min le kinit bûmaye nem dehêşt çeqe lewî aşewe bênît?! ewîş ełê: kuře dayelêt degêm çima netdehêşt? ełê: be goře babim nem dehêşt!

lem qiseyek lew qiseyek ebê be şeřyan. înca ewî le aş hatotewe ełê: desa dayelêt degêm deba em dewene aş bêt bizanim çerayet dekewê nayełît? barekan le kerekan ekenewe û heryeke tekan edate barekey xoy ke bîda le aşeke!

lem simiř simře dest edene xencer û yektirî ekujin! ke be serayana eçin ebînin wa dû bar û dû term lewê kewtûn, yekêkyan nuzeyekî tya mawe, ke lêy epirsin em keyn û beyne egêřêtewe û ewîş emrêt!