řeza begî fetaḧ beg nîweřo bû le awayî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1090 views

řeza begî fetaḧ beg nîweřo bû le awayî «kelar» řakşabû.

«ḧise» kuře miskênêkî dwanze sałan bû, bo ewe baweşênî ka ta xewî lê ekewê, le jûr serîyewe danîştibû, çend mindałêkî tirîş lewlawe denge dengyan dehat, neyan’ehêşt xewî lê bikewê. řeza beg tûře bû, serî berz kirdewe witî: mindałan, wełła cûke biken hestim cûketan ebiřim! mindałekan bêdeng bûn û xewî lê kewt. ḧiseş her baweşênî eka. ke zanî wa xewî lê kewtuwe be sebrî serî birde binagwêyewe û bangî kird: řeza beg cûk, řeza beg bûk! a bizanim çon cûke cûkim ebřî?! emey wit û hesta baweşênî fiřê da û boy derçû!